Bi bênavkirinê gotara Sovyetî beramberî Kurdan
- Esas em hîn nabin ka ew "pêngavên mezin çi ne". Heta em hîn nabin, ka ew behsa Kurdên li Tiflîsê tenê dikin yan li gund û bajarên Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycanê dikin. Bênavkirineke ku muhtemel e xwe bisipêre pêşhukmen belav ên li nav Sovyetê yên di anektoda li jor de behsa wan hat kirin: Kurd koçer in, bê erd û milk in, talanê radikin…
LUQMAN GULDIVÊ
Gotar ji bo avakirina têgihiştin û zêhniyetê têra xwe bi kêr tên û mirov dikare di nava gelek metn, dîmen, deng û siyasetan de van gotaran bibîne. Em ê berê xwe bidin gotareke taybet: metnên rojnameyekê. Em ê berê xwe bidin rojnameyeke sovyetê ya heftane û rojane, ya bi navên "Moscow News Daily" û "Moscow News Weekly". Helbet ne mumkin e mirov bi gotara rojnameyê hemûyî û tevahiya aliyên gotara wê bi nivîse kurt dakeve, jixwe niyeta min jî ew e ez binihêrim ka rojnameyê ji perspektîveke Sovyetî ya ku weşan ji bo biyaniyên li nava Sovyetê û derveyî wê dikir, Kurd dîtine yan na; Kurd dîtibin çawa dîtibe? Awirekî pêşî jî bi rehetî didît ku bêhna oryantalîzmeke giran a Sovyetî jê difûre. Pirraniya nûçeyan li ser Kurdên Ermenistan, hinek li ser ên Qefqasan û wekî din jî di nava hin nûçeyên berferehtir ên li ser çand û huner de cihekî piçûk jî ji Kurdan re hatiye veqetandin. Kêm caran Kurdên Başûr - di dewrên diyar ên weke 1963, 1970’yî de - û yên Rojhilat - gerçî penabirina Sovyetê ya Mistefa Barzanî bi qederê 500 kesî re mirov li kîjan beşê bihesibîne, meseleyeke din e - di nava rûpelên wê de cihê xwe digirin. Hevpeyvîneke "tenê" ji bo Moscow Newsê (MN) ya bi sekreterê giştî yê PKK’ê yê hingê Abdullah Ocalan re û çend nûçeyên li ser rewşa Kurdên li Laçîn û Azerbaycanê belkî di nava vî dîmenê giştî de îstîsna bin. Bi heman rengî wergera gotareke Riya Teze ya di rojnameyê de weşandî û gotareke weke bersiva xwendevanên rojnameyê yên Kurd hatiye weşandin jî, dikarin ji van îstîsnayan bên hesibandin. Lê dîmenê giştî, yê gotara MN li ser Kurdan ji serî heta binî dibêje, "binihêre, Kurdên me çi qasî rehet in, çiqasî razî ne û mafê wan ji yên her devera din bêhtir e"; ev gotin xwe bi awayekî çor li nav dev û rûyê me dixin. Hin nivîs jî fonksiyonel in, armanca wan diyar e. Weke nimûne çend gotarên di serdema desthilatdariya Beesê li Iraqê de, argumana sereke dibêje, împeryalîst Kurdên Başûr ji bo menfeetên xwe bi kar tînin. Lê ew jî bi nasnekirina deverê û nezanîna detayan têra xwe oryantalîst in*. Mirov dikare bibêje, Sovyeta ku ji Kurdistanê bêhtir li rojhilat e, oryantalîzma rojava li rojhilat û başûrê dinyayê dike, li gelek miletên li nav xwe, lê nexasim jî li Kurdan dike.
Qenciyên kolonyalîzmê?!
Li Fransayê 23’yê Sibata sala 2006’an parlamenê qanûnek erê kir û tê de ev hevok hebû: Bernameyên dibistanê nexasim jî rola erênî ya hebûna Fransî ji deryayê û wêde û bi taybetî jî li Bakurê Efrîkayê nas dike.** Bifikirin, nexasim jî li metropolên Fransayê bi milyonan mirovên ji Bakurê Efrîkayê hene; bavkalên wan kolonîzekirî bûn. Tesîrên kolonyalîzmê yên yekser li bavkalên wan bûne û hîna jî tesîrên yekser û neyekser ên heman siyasetê li wan dibin. Ew li dibistanan rojekê dibihîsin ku behsa kirinên qenc û erênî yên mêhtingeriyê û kolonîzekirinê hene. Ev bi serê xwe destwerdaneke pirr yekser a li dinya têgihiştinê ya şagirt û zarokan e. Zarokên ku dêûbavên wan hîna nû nû "dekolonîze" dibin, bi îndoktrînasyoneke dijwar û her wiha hizreke ecêb oryantalîst re rû bi rû ne. Lewma kirinên qenc ên kolonîzatoran çêkirina rê, dibistan û dewleteke xurt e û ji kolonîzekiriyan re dibêje, "hûn kêm" in, "em ji we çêtirkan in", "Em we medenî dikin".
Medenîkirina Kurdan
Ha ev "em we medenî dikin" di gotara Moscow News a beramberî Kurdan de ecêb beloq e. Di hejmara 170’yî ya Moscow News Daily (ji niha û pê ve MND) de anektodek heye di rûpelê sporê de***. Di nava nivîsa Boris Olenin de ye ev anektod. Li gorî wê, Dr. Edward Brooks beriya çendekê (li gorî hingê) çûye Sovyetê û gava di Ermanistanê re bihuriye jî rêberê wî muhendîsek bûye. Wî ji vî muhendîsî her xwestiye Kurdan nîşanî wî bide, lewma bi hizra wî Kurd "koçer" bûne û "mal û erdên wan nîne" û "talanê xelkê" timî rakirine. Muhendîsê min û te jî axir jê re dibêje, "li dûr negere, ez Kurd im". Axir Dr. Edward Brooks hê bêhtir matmayî dimîne gava hîn dibe ku muhendîsê Kurd, şampiyonekî boksê û yek ji futbolvanên herî serketî yê Ermenistanê ye. Lê MND û nivîskarê gotarê Boris Olenin pêwîst nabînin navê wî muhendîsî jî hildin. Pirr bi beloqî dibêje, binihêre me ew koçer û talanker medenî kirin. Mirov rexneyeke li oriyentalîzma rojavayiyan a bi oriyentalîzmeke çor a Sovyetî di vê meqaleya sporê de dibîne.
Lê ev meseleya medenîkirinê bi nûçeyên li ser alfabe, dibistan û kitêbên Kurdan û bi Kurdî bêhtir xwe dide der. Nûçeyeke ji Êrîvanê bi sernûçeya "Alfabeya nû ji bo Kurdan hat bipêşxistin" hatiye weşandin. Hema di bin sernûçeyê de armanca medenîkirinê li xwe eşkere dike: Versiyona latînî ji bo têkoşîna nexwendebûnê. Nûçe bi îmzeya "Z. Ajemian" derketiye. Agahiyên seresere yên li ser Kurdan û bi xweşikî gotina "Kurd ji derve hatine" nûçe dibêje, "Heta Ermenistana Sovyetê nehat damezirandin, asta bipêşketina çandê ya Kurdan kêm bû. Piştî hingê alfabeyeke bi herfên alfabeya Ermenî hat amadekirin, lê ji ber bilêvkirina cihê ya di zimanê Kurdî de gelek kêmasî tê de hebûn.
Piştî gelek hewldanan, komeke zanyar û pisporên fîlolojî û zimanê Kurdî alfabeyeke nû ya latînîzekirî çêkirin. Hêvî ew e ku ev yek wê bike ku li nav eşîrên Kurdan xwendebûn berbelav bibe.
Halê hazir li her gundî dibistanek heye. Li Êrîvanê dibistaneke bilind (teknîkum) heye ji bo ku mamosteyan ji bo dersdana li dibistanan amade bike. Ji bilî dibistanan, rojnameyek heye û gelek kitêbên cihê hene ku bi alfabeya nû hatine çapkirin.“***
’Kurd koçer in, bê erd û milk in, talanê radikin…’
Bênavkirina Kurdan, lê bi wan pesindayîna Sovyetê her di nava gotinan de veşartiye. Di hejmara 42 ya sala 1934´an a Moscow News Weekly (ji niha û pê ve MNW) de meqaleyeke li ser rewşa zanistê li Sovyetê heye. Di dawiya meqaleyê de behsa kesên bi navê Field û Martin dike, her du jî di çarçoveya sefereke lêkolînê ya antropolojiyê de ji Emerîkayê çûne Sovyetê jî. Beriya biçin Sovyetê ew çûne "Erebistan", "Mezopotamya" û "Persiya"yê. Ew endamên komeke lêkolînên antropolojîk a Emerîkayê ne û karê komê ji aliyê Muzeya Dîroka Neteweyî ya li Chicagoyê ve hatiye organîzekirin. Ew li Tiflîsê "Kurdên Sovyetê" dibînin. Rojname wiha behsa xwe dewam dike: "Dema ew li Qefqasan man, berê awirên wan li ser karê çandî yê Kurdên li Yekîtiya Sovyetê bû. Field got, ’Tiştekî halo li welatên din ên ku Kurd li wan dimînin, nîne. Çanda karkerên Kurd li Transqefqasyayê pêngavên mezin avêtine.'"*****
Esas em hîn nabin ka ew "pêngavên mezin çi ne". Heta em hîn nabin, ka ew behsa Kurdên li Tiflîsê tenê dikin yan li gund û bajarên Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycanê dikin. Bênavkirineke ku muhtemel e xwe bisipêre pêşhukmen belav ên li nav Sovyetê yên di anektoda li jor de behsa wan hat kirin: Kurd koçer in, bê erd û milk in, talanê radikin…
Heman salê MND´ya 26´ê Tebaxê, gava behsa hebûna nivîskarên Kurd û Tirk li Ermenistanê dike, wiha behsa Kurdan dike: ’’Beriya Şoreşê zimanekî nivîsê yê Kurdan nebû, lê belê niha wêjeya wan bi pêş dikeve li ser bingehê folklora dewlemend a Kurdî." Axir, ev şêwazê behskirina Kurdan, a ku wan bi "Şoreş"a Sovyetê manedar û bi nav dike, xwe gelek caran dubare jî dike. MND’ya 6’ê Tîrmeha 1935’an behsa koma şanoyê ya Kurdan dike, ya ku bi xêra şoreşê ava bûye û wê li gundan bigere. MND’ya 17´ê Tebaxa 1937’an behsa wê yekê dike çawa bi avakirina dibistanan û alfabeya Kurdî, xwendekirin di nava Kurdên Sovyetê de serketî bûye. Di nûçeyê de behsa weşana kitêba Folklora Kurmanca a Emînê Evdal û Heciyê Cindî jî tê kirin, bêyî binavkirina kitêbê û nivîskar û behevkarê wê. Nûçeya weşana kitêbê jixwe beriya wê bêhtirî mehekê di MND´ya 4´ê Tîrmeha 1937´an de derdikeve, dîsa bêyî ku navê kitêbê û nivîskarên wê bê hildan. Êdî her serê çend salan carekê meqaleyeke têra xwe berfereh wê li ser Kurdên Ermenistanê bihata weşandin û di navê de hevokên weke "Çawa dibû ku ewqas Kurdan xwendina xwe ya bilind li Leningradê kirin" (Di MNW ya 17´ê Çileyê 1948´an rûpel 4 de). Di rûpelê beriya wê de jî (rûpel 3) bi awayekî ku ta bi derziyê ve bê kirin, hatiye nivîsên ku "Mafên Kurdan hemû li Ermenistana Sovyetê hene", lê li deverên din ên dinyayê mafê Kurdan nînin.
Di binavkirinê de bênavkirin û qehremanê Kurd ê Sovyetê
Mirov di binavkirinê de jî bênavkirinekê dibîne. Di MNW ya hejmar 8 a sala 1946´an de portreyekî Samand Siabandov (Semendê Siyabend) heye. Ew weke namzetê Meclîsa Bilind a Sovyetê ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê (USSR) tê danasîn, lê em hema di bin sernivîsê de vê dixwînin: Jiyana [vî] namzetî nîşana bipêşketina neteweya piçûk a li Ermenistanê ye******.
Em hin tiştan kite bi kite li ser Semedê Siyabend hîn dibin, lê em bi bênavkirineke ecêb re rûbi rû ne. Ğ. Kolmanov ev portreyê Semedê Siyabend nivîsandiye. Di tevahiya nivîsê de giştîkirinên li ser Kurdan gelek in, lê ber bi dawiyê ve dibêje, derfeta wî çênebûye biçe gundên Kurdan û kolxozên wan ên di xwedîkirina sewalan de serketî bibîne. Li şûna wê li Êrîvanê ew çûye "şanoya Kurdan" a sala 1936´an bi alîkariya Ermeniyan hatiye vekirin. Li wir, "ez bi gelek endamên din ên întelejensiyaya Kurd a nû re dam nasîn. Wan amadeyî li bajarên xwe xwendibû û niha li zanîngeh û înstîtuyên cihê yên Êrîvanê dixwendin. Min keçe ciwan a Kurd nas kir, wê mastira xwe kiribû di zanistên fîlolojîk de. Wê ji min re behsa Kurdekî kir ku li Zanîngeha Dewletê ya Ermenistanê ders dida. Wê behsa Kurdekî din jî kir ku di Meclîsa Bilind a Sovyetê ya USSR´ê de nûner bûye, ew berpirs bûye ji organîzasyona mezin a firotina tevahiya pembûyê li Ermenistanê tê hilberandin.
Heger Semedê Siyabend bê hilbijartin, ew ê bibe Kurdê duyem ê ku weke nûner bikeve Meclîsa Bilind a Sovyetê ya USSR´ê."
Ew Kurdên bênav ên Sovyetê û "Samand Siamendov" ê ku "qehremanê Sovyetê" ye, tenê weke serketina Sovyetê hene. Navê Semedê Siyamend jî tenê heye ji ber ku "Jiyana [vî] namzetî nîşana bipêşketina neteweya piçûk a li Ermenistanê ye".
Destpêka vê gotara "medenîkirinê" mirov di nûçeya alfabeyê de bibîne, jî, nûçeya bi îmzeya "Z. Ajemian" a bi sernivîsa "Bipêşketina eşîrên Kurdan" halê herî xav ê vê gotarê yê destpêkê ye. Meqale bi boneya weşandina hejmara 100´î ya "Ria Taza" hatiye nivîsandin û li berhevgirtina Kurdên "Beriya Şoreşê" û "Piştî Şoreşê" vî aliyê gotarê pirr zêde beloq dike.*******
Axir ew îstîsnayên li jorê min behsa wan kir û meqale û nûçeyên mayî yên di MND û MNW´yê de ji bo kitêbekê li ber min in û ez ê bêhtir kite bi kite bi naveroka metnan û analîza wan hingê dakevim.
Li şûna encamê
Mirov nexasim di destpêka gotara Sovyetê ya bi zimanê Ingilîzî de esas rastî tiştekî sereke tê. Ew jî rewakirina Sovyetê ji bo biyaniyan bi rêya gotareke "medenîkirinê" ye, ya ku dibêje, binihêre, min Kurd çawa kirin insan! Ev gotara ku "kirinên baş" ên kolonîzekirinê bivênevê bi bîr dixe, xwedî xisleteke sereke ye: Bênavkirina ewên tên medenîkirin. Hostetiyeke mezin e ku mirov portreyekî binivîse û tê de qismî xwediyê portre, gelek kesên din weke "keçeke Kurd a ciwan", "Kurdek" û "Kurdekî din" bênav bike. Lê ev hostetî mîrasa oryentalîzmê ya giştî ye ku Sovyet di meseleya rewakirina xwe di çavê şaristaniya rojava de ne tenê hazir e bi kar bîne, lê di nimûneya Kurdan de vê yekê xweşik jî dike.
* Binihêre li Said, Edward W. (Orientalism, vintage books, New York, 2003 [Çapa 1´ê 1978]) û Guldivê, Luqman (ORIENTALISMUS bei SAID und ÖCALAN, und unser Alltag: Für eine alternative demokratische Moderne, di Kurdistan Report, hejmar 155 Gulan/Hezîran 2011 r. 43-46).
** Salekê paşê ev hevok ji qanûnê (Loi n° 2005-158) hat derxistin, lê di xala 4´an a qanûnê de li şûna wê wiha hat nivîsandin: Bernameyên lêkolînê yên zanîngehan cihê ku heq dike didin hebûna Fransî ya ji deryayê û wêde nexasim ya li Bakurê Efrîkayê.
*** 24´ê Tîrmeha 1934´an di rûpel 3 de hatiye weşandin.
**** Di MND´ya 9´ê Tebaxa 1932´yan de di rûpelê 25´an de hatiye weşandin.
***** Hejmara 42´yan a MNW´yê ya 11 Cotmeha 1934´an, di rûpelê 10´an de derçûye. MND ya 3´yê Cotmeha 1934´an jî behsa heman mijarê dike di rûpelê 4´ê de û hema hema heman gotinan bi kar tîne.
****** Hejmara 9’an a MNW´yê ya 26´ê Çileyê 1946´an, di rûpelê 3´yan de derçûye.
******* Di MND’ ya 4´ê Nîsana 1933´yan di rûpelê 4´an de hatiye weşandin.