LUQMAN GULDIVÊ
Çarşema Sor cejna Êzîdiyan ya herî naskirî ye. Ev çarşem jî Çarşema Sor e, tevî krîza koronayê jî wê ne şaş be em vê cejnê bi bîr bixin û behsa wê bikin. Her sal, di yekemîn çarşema Nîsanê ya li gorî salnameya miladî ya reformnebûyî de ya ku di nava Kurdan de weke sala Kurmancî tê nasîn, ev cejn tê pîrozkirin: Hat çarşembeya serê Nîsanê…
Li gorî baweriya Êzîdiyan, Xwedayê aleman her sal melekekê rê dike ser rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî di nav mirovan de belav bibe. Ji bilî Çarşema Sor, rojên çarşeman ji bo diyaneta Êzîdî xwedî cihekî taybet in, lewma ew weke rojên şahî û cejnê, yan jî betlaneyê tên dîtin. Tevî ku xêr li wê rojê barkiriye, ji ber ku hîna biryar nehatiye dayîn, tirsa ji tehlûkeyan jî heye. Mirov hem li Hekariyan û hem jî li devera Torê di nava Kurdên Misilman de jî hîna vê yekê kêm jî be bibîne. Her weha, herçî dawet in, Êzîdiyan bi pirranî di rojên çarşemê de ew li dar dixistin:
Çarşem e xweş çarşem e lo çarşem e;
Mala bûkê l’ber çem e lo l’ber çem e;
Bûk bi zavê re bi ken e lo bi ken e;
Çarşem rojek pîroz e lo pîroz e;
Serê zavê b‘koloz e lo b’koloz e;
Zava li bûkê bi doz e lo bi doz e;
Çarşem rojek çi xweş e lo çi xweş e;
Xêl wî hatin bi meşe lo bi meşe;
Anîn bûkek keleşe lo keleş e;
Çarşem roja xweda ye lo xweda ye;
Deryê xeman dadaye lo dadaye;
Kêf û xweşî tê de ye lo tê de ye ” *

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin e di nav civaka Êzîdî de. Sedema vê jî di mîtolojiya erdên Kurdistanê û nexasim jî ya Êzîdiyan de bi cih e. Li gorî dînê Êzîdî di Çarşema Serê Nîsanê de kinyat yan jî gerdûn hatiya avakirin. Ev hizra hanê li vir betal jî nabe, lewma dema em berê xwe didin mîtolojiya kevin a Kurdan û xelkê Îranê, pê re jî ya Mezopotamyayê, em dibînin ku destpêka salê li cem gelekan serê Nîsanê ye. Çawa ku Partan salnameyek çêkiribû ku salê têde 1´ê Nîsanê (li gorî hesabê îro 14´ê Nîsanê) dest pê dikir.** Herçî Kurdzan û dîplomatê Fransî Roger Lescot ye, ew îşaret bi wê yekê jî dike ku pîrozhiya Çarşema Serê Nîsanê ne tenê gerdûn hatiye avakirin, lê wê şevê Xwedê qedera ruhberan hemûyan ji bo sala li pêş diyar dike***, çawa ku ji beyta Çarşembûyê jî diyar dibe:
Çarşembûyê xoş kir jiyan
Kesk kir deşt û çîya û zevî û zozan
Ew jî bi kerema pedşê minê Êzdan
Têkiliya cejnê bi rêûresma kevnar a Mezopotamyayê re
Mirov behsa Çarşema Sor bike û behsa Akîtû ya Asûrî-Suryaniyan neke, teqsîrê dike. Lewma cejna Babîlonî ya bi navê Akîtû, ku cejna sersalê ya Mezopotamyayî ye, ew jî weke Çarşema Serê Nîsanê, destpêka Nîsanê dihat pîrozkirin, ew di heman demê de weke ‘Nîsanû’ jî dihat binavkirin. Ev roj ji bo heşmet û rûmeta Xwedayê sereke yê Babîlonî Mardûk dihat pîrozkirin. Balkêş e ku kurekî Mardûk ê bi navê Nabû hebû, ku wî vîn û daxwaza bavê xwe Mardûk li ser rûyê erdê pêk dianî. Li vir mirov yekser bi bîra xwe dixe ka çawa Tawisî Melek jî di Êzîdîtiyê de bi dewreke bi heman rengî radibe. Ango Xwedayê li erşan, ev melekê xwe ji bo birêvebirina jiyana li ser rûyê erdê erkdar kiriye****.

Çawa li jor me îşaret bi gotinên Lescot kir, ku Xweda çarenûsa ruhberan û dinyayê diyar dike, di mîtolojiya Babîlonî de jî Mardûk ji bo Akîtû lewhayan hazir dike, û wan dide dest Nabû, ew jî xwedî wê erk û destûrê ye ku li ser jiyan û mirina mirovan biryarê bide. Li gorî mîtolojiya Êzîdîtiyê jî Xweda Dîwana xwe kom dike ku tê de 7 melekên sereke amade ne û di vê Dîwanê de şêwra çarenûsa sala li pêş tê kirin. Tawisî Melek jî weke melekê sereke yê îcrayê erkdar e ku biryarên dîwanê cîhbicîh bike.
Pîrozkirina cejnê
Di vê cejnê de civaka Êzîdî hêkan dikelîne û wan rengorengo dike. Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ne. Lewma di qewlên Êzîdiyan ên derbarê afirandina dinyayê de, teşbîha durreke mîna hêkê tê kirin ku bi şikestina wê derya û dinya, pê re jî tevahiya gerdûn û jiyanê peyda dibin:
Durr ji heybeta Êzdan hincinî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî
Êzdanê me bi rehmanî
Hisn û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê

Di cejna Çarşema Sor de civaka Êzîdî hêkan dikelîne ji ber ku li gorî fikr û baweriyê ji bo ku di hundirê hêkê dê şeklê gerdûnê çêbe, ev yek ferz e. ji ber vê yekê divê hêk bê kelandin ji bo ku şeklê gerdûnê bide. Di nava hêkê de zerka hêkê jî weke teşbîha rojê tê qebûlkirin. Herçî karûbara cejn û pîrozbahiyan e, serê sibeha cejnê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê ji bo dinyayê hemûyî dua dike, piştî wê ji bo mêhvanan serbir tê serjêkirin û şîrînahî tê belavkirin û helbet hêk bi rengan hemûyan tên rengkirin ji ber ku wisa tê bawerkirin ku dema gerdûn hat avakirin, her der bi gulên rengorengo hat xemilandin.
Serê sibê her kes berê xwe dide çol û beristanê, kulîlkên sor berhev dike û dibe mala xwe, di gel qaqilkên hêkan bi deriyê malê ve dikin. Maneya vê jî ew e ku ew mal ji felaket, bêoxirî û êrişan bê parastin. Yek ji adetên din jî ew e ku roja cejnê, xelk qaqilkên hêkê her wiha dibe nav dexl û danê xwe ji bo ku Xwedê bereketê bavêje nav.
Serê sibehê yên ku miriyên wan yên nû rehmet kirî hene, diçin ber goristan û mezargehên xwe yên pîroz û serdana miriyên xwe dikin, her wiha xwarinê dibin, li wir belav dikin. Di roja cejnê de nabe kes biçe ser karê xwe. Her wiha di meha Nîsanê de nabê kes bizewice ji bo rêzgirtina ji meha pîroz ‘Nîsanê’ re.
Em li vir bi kurtî bi bîr bixin ku li derveyî diyaneta Êzîdîtiyê jî di nava Kurdan de çi Elewî û çi Misilman hîna şûnmayiyên van rîtûel û cejnên kevnar dimînin, çawa ku li devera Torê û li hin deverên Botan Çarşema Sor tê pîrozkirin weke yekê ji herdu seyranên pêşî yên salê, lê ne di Nîsanê de, belê weke çarşema herî dawî ya beriya Newrozê. Ev jî îşaret bi wê yekê dike ku gelên li cografya Zagrosan û Mezopotamyayê hem di warê dînî û hem jî di warê jiyana tevî xwezayê de gelek tesîr li hev kirine û Kurdistan hem ji bo baweriyên Îranî û hem jî ji bo yên Mezopotamyayî timî bûye mekanê hilberîna fikr û zikrê dînî û rîtuelan.*****
Basimbar
Yek ji rêûresmên Çarşema Sor jî basimbar e. Basimbar bazinekî ji benikên zirav e; yanî ew ji bi benikên zirav ên rengîn tê hûnandin. Reng yan kesk, sor û zer in, yan jî sor û spî ne. Li gorî baweriya Êzdayetiyê, ev reng temsîla aşitî û jiyanê ne. Basimbar li gorî baweriyê sihet, aşitî û bereketê tîne. Kesa/ê basimbar bi destê wê/wî ve bê girêdan xweziyeke xwe di dilê xwe de dibêje. Heger basimbara wê/wî xweber ket, hêvî ew e ku ew xweziya wê/wî pêk bê. Wekî din ji bo ku zarok nexweş nekevin jî roja Çarşema Sor ev benikên hûnandî li destê zarokan tên girêdan.
* bnr. li Broka, Hoşeng. Êzdayetî û pîroziya ciyografiya çarşemê; di: Nivîs, Nr.18 ya 21.07.2002´yan derçûyî.
** Wiesehöfer, Josef. Das antike Persien von 550 v. Chr. Bis 650 n. Chr. Zurix 1993. Rûpel 204
*** Lescot, Roger. Enquête sur les Yezidis de Syrie et du Djebel Sinjār, Beyrût 1938. Rûpel 71-72
**** Demir, Hayrî. Çarşema Sor – Das Êzîdische Neujahr. Di: www.ciwanen-ezidi.de
***** Turgut, Lokman. Ancient Rites and Old Religions in Kurdistan. Erfurt 2013
Têbînî: Ev nîvîs halê sererastkirî û li gorî îro edilandî yê nivîseke nivîskarî ya sala 2017’an e.