Feqiyê Teyran û Mephîsto

Haberleri —


Helbesteke F.Teyran heye bi navê Mihacir. Çewa ku tê zanîn Feqî mirovekî gerok bû ango hunermendekî muhacir bû li Kurdistanê. Di jiyana xwe de tu car nexwest li ber deriyên hin kesan bibe hunermendekî bêdeng û her tim dixwest azad be wek teyrên ku ji wan re feqîtiyê dikir. Wî wextî her çiqas mîr xwedî erk bin jî, tu car li ber mîran serê xwe netewand û ji dengê mîran qet hez nedikir. Ji lewre jî di helbesta xwe ya bi navê Mihacir de wiha dibêje;

Ez dengbêjim hatim vira

Heta hebin dengê mîra

Ez ê binivîsim ser kaxeta

Ne diçim dêran ne mizgeftan

Gava ku dengê mîran jiyanê dagir kir tu wateya jiyanê namîne bêguman. Feqî vê yekê baş aniye ziman. Ev helbest bertek û helwesteke pir bi wate ye. Pêwîst e hunermend di bin siya mîran de nemînin û di bin siya wan de hunerê çênekin. Hewce bike divê mirov dêr û mizgeftan jî li xwe qedexe bike! Divê hunermend bi jiyan û biryarên xwe mohra xwe li wextê xwe bidin û li hember zor û zilmê dengê xwe bilind bikin û li ser kaxetan binivisînin rastiyê!

Derhênerekî bi nav û deng e Istvan Szabo. Bi eslê xwe Macar e. Mijarên fîlmên Szabo sereke ev in; jiyana hunermendan divê çawa be û têkiliya hunermendan bi komar û serdestan re divê bi çi awî be? Hunermend di rewşên şer û pêvçûnan de divê li kîjan aliyê bin? Di wextên zilm û zordarî pêşket de divê bertekên wan çi bin, xwedî helwestek çawa bin? Di fîlmên Szabo de mirov dikare bersiva van pirsan bibîne. Szabo wek kes di gelek serdeman de derbas bûye û gelek tiştan bi çavên xwe dîtiye. Faşîzm jî dîtiye û kominîzm jî dîtiye têra xwe. Ji lewre jî di fîlmên xwe de her tim têkiliya huner û polîtîkayê dinirxîne û şîrove dike. Szabo tu car polîtîka û hunerê jî ji hev cihê nake. Li gor Szabo ev her dû têgeh jî hevdû temam dikin û dûrî hevdû nîn in. Fîlmên xwe jî hinek li gor van esasan dihûne û disêwirîne. 

Fîlmê wî yê Mephîsto jî qala têkiliya hunermed ya bi serdestan û polîtîkayê re dike. Dema ku dinya ber bi şerê cîhanê yê duyemîn de dimeşe di salên 1930´yan de li Almanya dengê Naziyan hêdî hêdî bilind dibe û piştî demeke kin Nazî êdî Almanya bi rêve dibin. Hovîtiya desthilatdariya wan li hemû cîhanê deng dide. Karekterê sereke kesekî bi navê Hendrîk Höffgen e. Höffgen şanogerekî çepgir e û gelek tê hez kirin û nas kirin. Şanogerekî serkeftî ye. Dixwaze şanoyeke şoreşgerî bike û ji karê xwe gelek hez dike. Her wiha kesekî polîtîk e jî. Piştî ku Nazî tên gelek hevalên wî mecbûr dimîmin ku derdikevin dervayî bajar. Zilma Naziyan napejirînin û mişextî welatên din dibin yek bi yek. Lê Höffgen welatê xwe naterikîne û dibêje ezê li vir bimînim û şanoyê bikim. Höffgenê me yê çepgir bi carekê diguhere û ji bo popûlarîte û karîyera wî têk neçe bi Naziyan re dixebite. Lê piştî demekê dibîne ku kesayet, huner û hunermendiya wî têk çûye! Rejîma Naziyan li gor dilê xwe wî bi rêve dibin û jê sûd werdigrin. Rejîma Naziyan di serî de rexne nake û li gor dilê wan dilîze û pesnê Naziyan dide. Her ku diçe Nazî jê tiştên mezintir dixwazin. Höffgen dibîne ku êdî kesayeta wî diperçiqe û barên li pişta wî dikin jê re zêde tê. Heta ku tevlî jiyana wî dibin hêj nû li xwe vedigere û vê pirsê ji xwe dike, “Çima min dişopînin, min tiştek nekiriye. Ji xwe ez lîstikvanekî ji rêzê me.” Höffgen baş dizane ku ew gelek tiştan kiriye û êdî nikare ji navê derkeve ji lewre jî wijdanê wî ew aciz dike û rehet nahêle. Ew jî dizane ku lîstikvanekî ji rêzê nîn e û bûye lîstikvanekî desthilatdariyê û di bin xizmeta wan de li gor ramanên wan rola xwe ya hunermendiyê dilîze.

Bi kurtasî huner û desthilatdarî di afirekî de nikarin vexwin û bixwin! Dîsa di nav jiyenek xeter û çewt de mirov nikare hunereke bi rûmet û kesayeteke bi wijdan xwedî bike. Desthilatdarî vê şansê tu car nade hunermendan. Hunermendek li gor wan divê bêdeng be û zêde tevlî tiştan nebe. Fîlmê Mephîsto vê yekê bi awakî serkeftî nîşanî me dide. 

Hunermend divê hinek muhacir be wek F. Teyran û divê li ber deriyên desthilatdaran tu car wek xulaman nesekine. Hunermend hinek jî ew kesê bê cî û war e. Ciyekî ku dengê mîran zêde bilind bibe û azadî li wir tune be divê hunermend xwedî helwest be. Divê vê yekê ji xwe re wek çarenûsekê nebine. Ji lewre huner, hunermendî û desthilatdarî nikare li heman ciyê bi hevre jiyanekê bidomîne. Desthilatdarî her tim dixwaze hunerê li gor xwe teng bike û hunermendan jî bike xulamê bîrdoziya xwe. 

Di dawiya helbestê de wiha dibêje Feqî,

Ê derbas bin rojên xefûr

Ê bên rojên qenc ên kibir

Xwe re bikin ra û tevdîr

Hêsîr nebin ber zilma mîr

Rast e, divê mirov zû bi zû hêsîr nebe ber zilma mîr. Hunermendî hêsîrtiyê napejirîne.


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.