Ji Mîrê 7 albûmên nû


Mîr Muzik, 16 Îlonê li bajarê Elmanyayê Kolnê di 25- Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de 7 albûmên nû yîn hunermendên Kurd digihîne guhdar û hezkerên muzîkê.
Albûma Hozan Şemdîn a bi navê “Tevna Jînê“, ya Diyar bi navê “Kela Dimdimê”, ya Amed bi navê “Bêhna Axê”, ya Axîn bi navê “Penaber”, ya Xemdar û Harîman bi navê “Jinên Kurdan”, ya Serhat Çarnewa a bi navê “Zer” û ya Ehsan Xelîkan a bi navê “Vegere” di festîvala çanda Kurd de wê li ser dezgehên Mîr Muzîkê bin.
Piştî 15 salan merhebaya Şemdîn
Hozan Şemdîn piştî bi 15 salan bi Tevna Jînê ji nû ve xwe gihand guhdarên xwe. Ew vê albûma xwe weke xwerexnekirinekê dibîne. Di albûmê de 12 stran hene û 6 ji van jî gelêrî ne. Hay Mîro, Here Siyê, Meşkê stranên Colemêrgê ne, Pepûkê ya Efrînê ye, Lê Lê Xezê ya Serhadan e, Lankole ya Mukriyan e. Wî ji hostekarên muzîka Kurdî hunermend Aram Tîgran bi bîr aniye û helbesta ji bo wî nivîsandî ya bi navê Ozanê Gelan, di albûmê de dibêje, ferdayeke helbestê jî bi Eremînîkî ye. Gotinên strana Gengelik ên Veli Tiltay in û Hozan Şemdîn muzîka wê çêkiriye. Stranên Newroz û Rojava bi xwe hem bi gotin û hem bi muzîka xwe yên Şendîn in. Li ser têkoşîna azadiya jinê jî di albûmê de strana Quling û Keçika gerîla heye.
Ji bo bibîranîna Mehmet Tunç
Destana Kela Dimdimê ji sedsal 17´an heta roja me ya îro bi huner û behremendiya hosteyên gotin û muzîka Kurdî, DEngbêj û Şairan gihiştiye roja me ya îro. Ev destana hanê behsa qehremeniyê dike. Roja me ya îro jî berxwedanên xwerêveberiyê li bajarên mîna Sûr, Cizîr û Nisêbînê qewimîn. Albûma Kela Dimdimê jî ji bo ku ev berxwedan bi gotin û newayê bê îfadekirin, hatiye amadekirin.
Di şexsê Memet de ev album diyarî hemû berxwedêrên xwerêveberiyan hatiye kirin. Hunermend Diyar, bi albuma ji 2 CD´yan 22 stran de newayên otantîk ên çanda Kurdî bi pirranî ne. Kewlî, Sewliya min, Hîv zerê, Baran barî, Narînê, Eman rindê eman, Rabe rindê, Deriko, Dîdem yar, Min dîlan kir, Leylê, Biweso Hozat stranları ji Dersim, Dep, Meletî û devera Soran in. Kela Dimdimê, Direne direne kazanacağız, Keçika Pilûrê, Yetiş Piro, Ax welatê min, Warê me jî ji wan stranan in ku gotin û newaya wan a Diyar bi xwe ye. Di albumê de strana ku gotin û muzîka wê ya Selahattin Demirtaş a bi navê Gidin Kuşlar (Biçin çivîkino) jî cihê xwe digire.
Hesreta welêt
Albuma hunermend Amed a bi navê Behna Axê jî hesreta welêt îfade dike. Bêhna Axê albûma 3´yem a Amed e û tê de 13 strand hene. Ha gulê, Ha di mêrgê da, Yar ha nîna ji herêmên Serhedan û Depê ne. Herçî Dilber were ye, bi gotin û newaya xwe ya Sîdar Bêrîtan e, Ava gundê me jî bi gotin û awaza xwe ya Xemgîn Bîrhat e. Zozan Zûdem gotinên Xizêm Zêra min nivîsîne û Diyar muzîka wê çêkiriye. Nivîskara gotinên srtrana Bekir Bira jî Zozan Zûdem e.
Koçberî û hêviya berxwedanê
Sanatçı Hunermend Axîn bi albuma xwe ya duyemîn çawa ji navê wê Penaber jî diyar dibe, behsa koçber û penaberan dike. Di albumê de di heman demê de bangeke hîviyê û hêviya berxwedanê jî heye. Di albumê de 13 stran hene. Stranên bi navê Penaber, Navê te, Hêvî, Şehîden Pîroz, Em bernadin, Rojava, Difirim û Evîn ji gotin û awaza Axîn in. Herçî strana Gula Buharê ye, Nûdem gotin û muzîka wê çêkiriye.Samî jî Li te digerim nivîsiye û awaza wê çêkiriye. Axîn û Samî gotin û muzîka strana bi navê Hasreta te, hevpar çêkiirne û nivîsîne.
Berxwedana jinên Kurd
Hunermend Xemdar û Harîman jî bi albûma bi navê Jînen Kurdan, balê dikişînin ser Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd. Di albûmê de ji bilî ruhê berxwedanê, awaz û newayên ji çanda Êzîdiyan jî xwe didin hiskirin. Di albûmê de Jinên Kurdan, Dayê, Bûk hatiye, Westiyam, Hevala Hacer ji wan stranan in ku awaz û muzîka wan a hunermend Xemdar in. Cangorî û Qahramenek rabû jî du strana in ku Xemdar û Sebat Şakir bi hev re muzîka wan çêkiriye û gotinên wan nivîsîne. Bi strana Newroz hat jî Xemdar Ayaz Zaxoyî bi bîr aniye. Strana Çûm Ruhayê jî bi awaz gotinên xwe bi mohtra Leşker Cizîrî. Di albûmê de bi navê Sorgulê jî berhemeke gelêrî jî heye.
Ji Roboskî heta bi Erîvanê
Serhat Çarnewa li gorî tahm û çêja Çarnewayê albûmek amadekiriye. Motîfên Kurdî bi terze û temtêleke Kurdî ji Roboskî heta bi newayên Zazakî û heta bi Êrîvanê bergeke berfireh a albumê heye. Stranên gelêrî De lorî, Erebo, Zeriya min, Mîr Elî, Xoy dayê dayê, Lê esmerê li gel Hebû tunebû ya bi gotinên Mehmet Gültekin û muzîka Serhat Karakaş hene. Gelo ew kî ye’ jî bi gotinên Frike Ûsiv e. Stranên Hêsîro Dilo û Kaw kubar ji gotinên Işxanê Aslan in û Serhat Karakaş muzîka wan çêkiriye. Strana Diyarbekir bi gotin û muzîka xwe ya Sayadê Şamedîn e, Xewrevîn bi gotinên Veysi Amedî û muzîka Serhat Karakaş di albumê de cihê xwe digire. Helbesta Seydayê Dilbirîn ê rehmetî Gula min jî bi muzîka hunermend Dilovan di albumê de ye. Tara Mamedova ji bo Roboskî gotinên stranê nivîsîne û Serhat Karakaş newaya wê durist kiriye.
Kobanê û Alan
Sanatçı Ehsan Xelîkan di albuma Vegere de 12 stranan dibêje ji guhdarên xwe re. Serketina Kobanê, Alan Kurdî yê ku bedena wê ya bê ruh nêzî Bodrumê li peravên derya Egeyê xistî, şer û koçberî û encamên wan ên trajîk di albumê de xwe dane der. Ez te nadim, Vegere, Aylanê Kurd, Lê lê Besê, Tu ne royî, Evîna dûr, Kobanê, Gava tu çûyi, Nehatî, Wî lo lo mero, Gulê Çeto, Nema stranîn vê albumê de ne. Ev aldum û 6´ê din wê 16´ê Îlonê li Klnê li ser dezgehên Mîr muzîkê karibin bên peydekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
