Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê ava bûn

Haberleri —

Dewreya bi navê Şehîd Tîrêj a Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê doh bi merasîmekê bi dawî bû. Di encama perwerdeya ji 2 mehan a li ser waneyên bîrdozî, siyasî û pisporiya leşkerî de endamên YTÊ êdî ji bo operasyonên taybet ên li Şengalê amade ne.

Di merasimê de Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî axivî û dewreya YTÊ li şervanan pîroz kir. Şengalî got: "Ji bo ku em karibin hîn zêdetir gelê xwe bi awayekî herî baş biparêzin, pêwîstiya me bi perwerdeyeke hîn pîsportir heye. Ji bo wê, wê dewreyên taybet ên bi vî rengî dewam bikin."


‘YTÊ’ê wê heta dawî gel biparêzin’

Şengalî destnîşan kir ku hebûna her neteweyekê ji aliyê ciwanên fedayî yên mîna ciwanên îro perwerde qedandî, hatiye parastin û got, "Îro jin, keç û gelê me di destê DAIŞ'ê de ne. Ji bo em karibin wan rizgar bikin û gelê xwe biparêzin, pêwîst e şervanên YBŞ/YJŞ’ê bi rengekî pisporî werin perwerde kirin."

Di dawiyê de Şengalî ragihand ku pêwîst bike, ev Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ) wê xwe di ber axa Êzidxanê de feda bikin û gel heya dawiyê biparêzin. Di dawiya merasîmê de şervanên Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ) sûnd xwarin û bawernameyên xwe wergirtin. 


 ANF/ŞENGAL


paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.