Wêjeya Kurdî gerdûneke bêhempa ye
- Wêjeya Kurdî gerdûneke bêhempa ye. Dilê me, guhên me û mejîyên me têr dike. Niha ez noqî vê deryayê bûme, tev didim û dikolim. Qasî ku bikarim, dixwazim bidim nasîn jî.
Nîlufer Şahîn jineke Kurd a hepsî ye. 1974 li navçeya Arga (Akçadag) a Meletî hatiye dinê. Hê ciwan bûye di nav siyaseta şoreşger de aktîf xebitiye. 2004’ê ji ber xebatên xwe yê siyasî ji doza MLKP (Partiya Marksîst Lenînist Komunist) tê girtin û dewleta Tirk cezaya heta hetayê (muebbed) lê dibire. Di hepsê de PKK ji nêz ve nas dike û pê re têkilî datîne. 2021 romana wê ya bi Tirkî Gün Işırken(Dema roj hiltê) ku behsa berxwedana Sûrê dike, ji weşanxaneya Aryen çap bû. Nilüfer Şahin ev pêleke li ser Kurdî hûr dibe û dixwaze Kurdî binivîse. Ev hevpeyvîna wê li hepsa Sîncanê ji aliyê hevalên vê ve hatiye çêkirin. Bi rêya nameyê gihişt me û me jî xwest bigihînin xwendevanên xwe.
Qedrê wêjeyê li cem te mezin e. Te têkilîyeke çawa bi wêjeyê re danî? A duyem jî têkilîyeke çawa di navbera wêje û şoreşê de dibînî?
Di serî de spas dikim. Belê qedrê wêjeyê li cem min mezin e û bawer im li cem gelek hevalan jî wisa ye. Nêzî 4-5 sal in taybetî bi wêje û cûreyên wêjeyê re mijûm dibim. Lê ya rastî di jiyana me de cihê wêjeyê tim hebû. Nifşê me wêjeya cîhanî ya victorî dixwend û berhemên demê jî dişopand. Me hemû nivîskar, helbestvan û hunermendên navdar nas kirin û me hewl dida wan bixwînin. Ew wekî çanda vê demê bû. Taybetî jî di nav xwendekaran de.
Ez dikarim bibêjim ji berhemên fikrî zêdetir, berhemên wêjeyî teşe da min. Mînak bidim: Bandora helbestên Ahmet Arif ku digot; “Bir ufka vardık ki artık/Yalnız değiliz sevgilim/Gerçi gece uzun…” bandora wan malikan ji “Alfabeya sosyalîzmê” zêdetir bû. Bandora Emile Zola, Gorkî, Şolohov, Dostoyevskî jî eynî wisa. Ez nabêjim berhemên fikrî ne girîng in. Helbet cihê wan cuda ye. Lê teorî nanê tisî ye. Ger mirov bixwaze pê xwe têr bike tene pê têr nebe, nikare tamê jî bigire, wê deme qatix pêwist e û ew qatix jî wêje ye.
Ji aliyekî din ve wêje bandor li ser jiyan, civat û mirovatiyê çêdike, hest û ramanên me kûr dike, asoya me fireh dike. Bi kurt û kurmancî dikarim vana bibêjim.
Ger em li mînakên cîhanê binerin, pêkan e ku em têkilîya wêje û şoreşê bibînin. Mînak; Şoreşa Fransiyan bêyî J.J. Rousscou nayê qalkirin. Şoreşa rûsan bêyî Gorkî, Çernîşevskî an jî Tolstoy nayê nirxandin. Di vê babetê de mînakên herî balkêş ev her du welat in.
Ji bo me jî, li gor min Ehmedê Xanî cihekî wisa bandorker digire di şoreşa me de. Çendî ku bi têra xwe me hîn jê sûd negirtibe jî ew bi awayeke şoreşa me dimeyîne. Saya Rêber Ocalan em li ser vê yekê hinek haydar bûn lê têrê nake. Divê em bêtir li ser bisekinin.
Gelo wêje mijareke ronakbîrane ye an gelêrî ye? Têgihiştina her mirovî li ser wêjeyê heye?
Ji bo nivîsandinê ronakbûyîn pêwist e helbet. Astekî wisa dixwaze. Lê ew nayê vê wateyê ku wêje li ser ewran e. Wêjeya rasteqîn digihîje her kesî û her kes dikare têbigihêje, bixwîne, fêm bike. Yê ku ji nav mirovan derdikeve dikare şûnve vegere nav mirovan. Helbet bi şêwe, wate û honandinên nû û bi şikil û ûslubên resen.
Tu piranî wêjeya cîhanî dixwînî lê van pêlan bala te li ser wêjeya Kurdî ye jî. Bi kîjan taybetmendiyan bala te dikişîne wêjeya Kurdî?
Ev pirs mirovî hinekî xemgîn dike. Ji ber ku em herî dawî zivirîne ser wêjeya xwe. Bi rastî ev vegerîn ji bo min ji alîyekî ve şabûnek e, ji alîyekî ve jî cihê rexne û şermê ye. Ji ber derengmayînê, ji ber dûrketina çand û zimanê me yê qedîm û hêja. Di serî de min jî wek her kesî dixwest ji berhemên Kurdî haydar bim. Zimanê min jî qels bû wê deme. Min dixwest hinek zimanê xwe jî pêş bixim. Bi rastî ev nihêrîn; wêje dike alavek, dike tiştekî teknîk. Şikir ku wêjeya me Kurdan bisêhr e û te dikişine nav kûrahîya xwe û te ji nêzîkatiyên seresere difilitîne.
Me hinek behsa giringîya wêjeyê kiribû. Ji bo niştîmanbûyînê jî xwedîbûna wêjeyeke xurt pir biwate ye. Min nizanîbû ku wêjeya me ewqas kûr e. Hindik e lê ji yên ku heyî jî em nizanin. Her ku min kifş kir, her ku dixwînim efsûnî dibim. Wêjeya Kurdî gerdûneke bêhempa ye. Dilê me, guhên me û mejîyên me têr dike. Niha ez noqî vê deryayê bûme, tev didim û dikolim. Qasî ku bikarim, dixwazim bidim nasîn jî. Min bihîst li derve berhemên Kurdî zede nayên xwendin. Li gor îstatîstîkên çend sal berê, heft sed û pêncî berhemên wêjeyî hatine weşandin û xwendekarên her pirtûkê tene çarsed e. Yekî pirs kiribû, gotibû “Gelo nivîskar jî naxwînin?!” Ev rewşek e sosret e . Di serî de ez ji xwe dipirsim, çima min heya îro, bi têra xwe min nexwend, nirx neda. Sedema vê ya sereke tiralî ye. Destê me hema diçe tiştên hêsan, hewce ye em hincetên cûrbicûr bidin pêş xwe. Ji ber ku wêjeya me stûrxwar nemîne pêwistîya me tenê bi zîrekbûn û kedkarbûnê heye. Em van pêk bînin, yên ku dimîne jî wê rêya me bi xwe çareser bikin, me bidin ber xwe.
Hinek kes dibêjin “Wêjeya Kurdî nîne” û hinek jî dibêjin heye û pir jî dewlemend e lê winda ye. Di vê mijarê de em şîroveya te meraq dikin.
Ka wêjeya Kurdî kengî û kîjan sedsalê dest pê kiriye, ez nikarim bi hest û pêşbînîyên bipeyivim ji ber êdî ev mijareke zanistî ye. Mînak, helbesteke ku ji çaxa berî zayînê sala di 330’î de hatiye nivîsîn hatiye kifşkirin. Ev wek helbesta Kurdî ya herî kevn tê hesibandin.* Mirov dikare wek şopekî bibîne. Nexwe em dikarin bejin wê deme de hene. Mînakeke din, mamoste Selim Temo di pirtûka xwe ya “Kürt Şiir Antolojisi” de dibêje ku nivîskarekî Keldanî, di berhema xwe de (B.Z. 856) behsa pirtûkên ku ji Medan mane dike. Niha ez nikarim rasterast wê bendê bibêjim lê bi kurtasî dibêje: Min li goristana Îsevîyan 30 pirtûkên ku bi alfabeya Medan hatine nivîsîn dîtin û ji wan du heb jî niha li cem min in. Wisa dibêje nivîskar Îbn Wehşîyê Keldanî. Ji bilî van, çend lêkolîner behsa destaneke dişibe Memê Alan dikin û dibêjin hezar sal berê Îsa (yanê B.Z.100) ev hebû. Şopa wî jî li Yewnanistanê heye, dîroknasekî yewnanî ew neqlî nivîsê kiriye. Xulase, li gor van lêkolînan em binêrin em dikarin bibêjin berhemên kurdî, wêjeya Kurdî qet nebe du sê hezar sal in heye. Ev jî dewlemendîyek ne jirêzê ye. Ez dixwazim behsa gumana Selim Temo jî bikim. Dibêje gelo Fuzûlî Kurd e û Leyla Mecnûn jî bi Kurdî nivîsand? Çima wisa dibêje? Yên ku meraq dikin bila “Kurdên Xorosanê/Horosan Kürtleri” bixwînin. Pirtûka Selim Temo ye. Bi Tirkî nivîsîye lê lêkolînên balkêş hene di pirtûkê de.
Di wêjeya Kurdî de şopên tesawifê hene. Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Feqiyê Teyran û Elîyê Herîrî ji ev fikirîne. Çavdêrîyên te li ser vê mijarê hene?
Belê rast e. Helbestvanên me di nav sînorên tasawifê de nivîsîne. Sedema vê ya yekem, bandora bawerîya wê çaxê ye. Alikî polîtîk e. Bawerîya fermî derfet nedida ku nivîskar serbixwe binivîsînin. Pêwist bû ku him di çerçoweya olê de bimînin him jî hest û fikrên xwe herî tûj bînin ziman. Ne gengaz bû ku derveyê bawerîyê bigihîjin armanca xwe. Tesawif ji bo azad nivîsînê kirasekî fireh bû. Em mînakan binihêrin: Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de ji xweda gazinc dike. Dibêje; te iblis ji bihûştê çima avêt? Wî ji bilî te nexwest ber kesî secde bike. Yanî iblis mafdar dibîne.
Em werin îro; tu kes nikare tiştekî wisa bîne ser ziman. Lê bi rêya tasawifê wê demê ev pirs dibû ku bên pirsîn. Ya duyem Baba Tahir dibêje; “Dojeh ji xweliya min ava bû!” Elî Herîrî dibêje ; “Hisna te ye dilxan e/ Dilber lebsî siyah e/ Bi min Kaabê Ellah e/ Tewaf dikim her sale.” Yanê rûyê Dilberekê dişibîne kabeya xweda û tawaf dike. Yan jî em bêjin rûyê yarê qasî xweda pîroz dibîne. Tenê sofiyan dikarîbû wisa binivîsin. Helbet carinan wek Hallac ji xezeba desthilatdaran nefilitîn jî hebû. Xala duyem ew e ku bawerîyek kor bû. Ew helbestvan û karkerên me şanî me dide.
Ursula, John Berger nivîskarên ku di ber dilê te re derbas bûne. Em têkilîyek çawa di navbeyna wan de deynin?
Ev her du jî çîrokên fazîletên mirovbûyînê bi hestyarîyek û zimanekî baldar dibêjin. Naqîrin. Bi dilnizmîyekê vedibêjin. Kûr in. John Berger nizanim lê rêya Ursula ji felsefeya rojhilatê derbas dibe. Lao Tzu xwendiye û şîrove kiriye.
Di demek nêz de, bi navê “Gün Işırken” berhemeke we hat weşandin. Ger em pirsa pirtûka we bikin, hûn ê bikaribin çi ji me re bêjin? Nirxandinên xwendekaran çi ne?
Pirtûk ji ber mijara xwe belkî balê kişand. Rola min gor mijarê di asteke jêr de ye. Pêwist bû min ji hêla teknîkî ve bêtir ked bidayê. Nirxandinên xwendekaran cûrbicûr in. Piranî dibêjin me eciband. Her wiha mijar û vegotin jî hema hema ji hêla hemû xwendevanan tê ecibandin. Ji ber kurtbûyînê rexne tên. Ji ber Tirkî nivîsandinê xwendevan rexne kiribû. Hemû nirxandin û rexne hêja ne. Mebesta min a herî mezin ew bû ku berxwedan bi rêya wêjeyê bê ser ziman. Ev gihişt armancê. Bistek be jî ew ji destê min hat. Lê dive êdî em Kurdî binivîsînin.
Çima roman? Tu helbestan jî dinivîsînî. Lê gor çavdêrîya me roman cihekî xweser li cem te digire.
Helbest cûreyê herî kevn e. Nirxdar e. Lê ez dixwazim pirsa we bi hevokên nivîskarek Cezayîrî Ehlam Mustaxanmî bibersivînim. (Tê zanîn Cezayîrî jî di têkoşîna dij fransîyan dabûn). Mustaxanmî dibêje; “Çaxê em welatekî wenda dikin romanek dinivîsin…” niha tenê dixwazim vê bibêjim.
Hûn wêneyan jî xêz dikin. Di pêşketina wêjeyê de huner xwedî wateyek çawa ye? Em dikarin bêjin cewî ne û hevdu xwedî dikin?
Bi gelêrî wêne û roman nêzî hev tên dîtin. Çend nivîskar hene tev roman nivîsîne, wêne jî xêz dikin. Yan jî berê romannivîs bûne wênesazî jî kirine. Mînak Orhan Pamuk wisa ye. John Berger mînakeke din e û Helîm Yusif jî wisa ye. Ji hêla teknîkî ve jî di navbera wêne xêzkirin û tekst nivîsînê de lihevhatinek mirov dikare bibîne, wek pîvan, rêje, uslub an jî teşe. Wêne jî textên wêjeyî jî ji me ra çîrokên jîyanê, bi şêweyê estetîk vedibêjin.
Te biryar dabû êdî bi Kurdî binivîsînî. Çi qewimî ku te biryareke bi vî rengî da?
Rast e min biryarek wisa radîkal girtibû. Lê esas biryar hinek nerm bû! Çend hevalan got hêdî biçe. Kurdî nivîsîn di kêliyek de nabe. Hinekan jî gotin tu dikarî her du ziman jî binivîsînî. Bi du zimanî nivîsandin di wêjeyê de dewlemendîyek e. Ev hevalan ku nêrînên wan li cem min bi qîmet bûn. Çima min wisa gotibû? Ji ber nîqaşek nav wêjekaran derbas dibû ku digotin; “bi kîjan zimanî hat nivîsandin ew berhem êdî aîdê xwedîyê wî millet ye.”Yanî e Tirkî binivîsînin ew dikeve nav wêjeya Tirkan. Ev nîqaşeke û parek rastîyê jî heye mixabin. Hinek nivîskarên Tirk jî bi zimanekî biçûkdîtina wêjêya Kurdan bilevkiribûn. Pir hêrs ketim. Hêrsa min qasî ber nivîskarên nijadperest, dij me dij xemsarîya me jî bû. Hevalan ez aram kirim û gotin em gor nijadperestan naçin ji ber vê yekê niha ez amadehîya Kurdî nivîsînê dikim, lê xebatên ku min Tirkî dest pê kirine jî ez ê xilas kim.
Helbet her mirov xwedî romanek e. Lê gor nêrîna we divê kîjan roman li ber serê me be?
Dîsa pirseke exretê! Em nikarin birevin ne wisa? Nexwe ji bo em çîroka mirovatîyê ji bîr nekin: “Îsa ye ji nû ve hat darvekirin”. (Romana Kazancakîs)
Nirxandinên we li ser wêjeya îro çi ne?
Qasî ku ez dişopînim pir berhem tên çapkirin. Kesên dinivîsin pir in. Bi rastî mirov nikare bigihêje hemûyan. Ji ber vê ez danasînên wan pirtûkan dixwînim. Di nav wêjeya Tirkan de wisa rastî berhemên resen nehatime. Tê gotin romana F. Duman “Sus Barbatus” baş e. Nizanim, me ew girt lê min hîn nexwendîye. Min romana Olga Tokarczuk a bi navê “Sür Pulluğunu Ölülerin Kemikleri Üzerinde” eciband. Xelata Nobelê a Wêjeyê girtibû. Bi zimanekî resen hatiye nivîsandin û mijara wê jî balkêş e. Nivîskarên asyayî wek koreyîyan xweş dinivîsînin. Di nav cûreyên wêjeyê de helbest qels dimîne. Bi piranî li der û dora helbestên borîn digerim. Ji ber yên baş û nû hindik in.
Ji bilî vê yekê em bi gelêrî binêrin dikarin bibêjin berhemên wêjeyî yên îro ji xwe re cihekî mayînde çêdikin. Helbet ew ê ji serada zeman re derbas bibin û bibînin kîjan li ser seradê mane.
Di dawî de tu dikarî ji me re çi bi lêv bikî?
N.Şahin: Spas dikim ji bo pirsên te û ji xwendevanên kovarê re jî qewet be!
*Nîşeya edîtor: Nîlufer Şahîn di vir de behsa Borazboz dike ku agahî ji pirtûka Selîm Temo xwendiye. Qaşo Borazboz şairê yekem ê Kurd e û şiîra wî Hurmuzgan jî şiîra ewil a Kurdî ye. Lê ev agahî şaş e. Bi vî navî kesek tune. Her wiha tê gotin xebero helbest li ser çerm hatiye nivîsîn bes heta niha ti kesî ew çerm nedîtiye.