Di navbera mecbûriyeta aborî û prestîja civakî de kemaçejen li Stenbol û Elmanyayê
- Em tesîra van her du dînamîkan li nava li Elmanyayê jî dibînin, yanî Mihemedê Hezexî zarokên wî, bira, pismamên wî jî xwe Kurmanc û Kurd dibînin, binavkirina weke "mitirb" bi temamî red dikin. Ev red çiqasî li nifşê navsere yê ji Torê û derdora wê dike, em temamî ji hev dernexin jî em dibînin ku qebûleke nisbî heye.
ARGÛN KÎNAS/LUQMAN GULDIVÊ
Ka em bi guherîna nasnameya kemaçevanên li Stenbolê bi cih bûyî dakevin. Em behsa wan kemaşevanan dikin ku bi giştî xelkê ji wan re mitirb digot. Gava em vê bikin, belkî wê ne xerab be, em bi meseleyekê dest pê bikin. Li ser aboriya Denge TV rêveberekî qederê 30 salî yê Denge TV´yê hê sala 2013´an digot, gava kesekî bernameyek ji kanalê re çêdikir, wî bi xwe pere didan kanalê. Belkî bê bîra hin xwîneran, di wê kanalê de Îlhan Baran Show hebû. Îlhan yek ji wan kesan bû ku diçû dawetan û li kemaçeyê dida, tevî ku kemaçeya wî biqasî ya birayê wî Ekremo ne baş bû. Wî rêveberî got, piştî ku Îlhan ew bername çêkir, wî heqê xwe yê çûna dawetan duqat heta sêqat kiriye.
Ev meseleya hanê ji bo îşaretkirina bi guherîna peywendiyên civakî û her weha çerxa aborî ya di nava van peywendiyan, bi kêr tê. Em niha gava berê xwe didin beriya bi deh salan, Kurdên ji Nisêbînê û wê derdorê yên li Stenbolê, ji bo dawetên xwe ji Ekremo yan jî ji birayê wî re nedigotin, yanî ew venedixwendin dawetên xwe. Li şûna wê, wan ji Nisêbînê mitirbên ku ew elimîbûne wan dianîn. Lê piştre, ev yek ji ber sedemên cihê guherî, yanî hem meseleyên ku qewimîn û hem jî hêsantirbûna peywendîdanîna kesekî li heman bajarî, kir ku ev rewş biguhere. Yanî rehettir bû mirov bi kemaçevanekî li Stenbolê re bazara xwe bike.
Yanî jixwe piştî hingê ji bilî Mehsûm ê ku li Stenbolê bi cih bû, ti kesê din ê kemaçevan jî nebû. Ew berê jî yan li Stenbolê bû yan jî diçû û dihat, lê hingê koma wî ya pê biçe dawetan nebû. Mehsûm jî ji Mala Sivûk bû.
Herçî bazara ji bo dawetan e, li gorî rewşê diguherî. Yanî gelo tenê "mitirb"* wê li dawetê li muzîkê bixin? Kom çiqasî mezin e? Li çend înstrûmanan dixe û gelo ji bilî wan komên din ên muzîkê jî hene? Bersiva van pirsan bazara di navbera xwediyê dawetê û "mitirb" yan jî "mitirban" de diyar dikir. Di qewlê wan de illeh "heqê dawetê" heye. Yanî ew adeta berê ya ku bibêjin, heqê te tenê li ser şabaşan e, nemaye. Herçî şabaş in, kes nikare bibêje, şabaş ne yên we ne. Lê hin xwediyên dawetan carinan ji sedî beşekê ji wan digirin, lê ew par jî li gorî qewlê aliyan ê beriya dawetê ye. Û heke hin komên din ên muzîkê hebin, hingê li gorî adetê, şabaş di nava van koman hemûyan de tê parvekirin.
Li vir belkî hêjayî bi bîrxistinê be ku em behsa veguherîna şabaşê û helwêstên cihê yên beramberî şabaşê û dana şabaşê li nava civaka ji Torê û hawîrdora Torê ya li Ewrûpayê bikin. Ji ber ku şabaş li aliyekî di dema dawetê de hem kêfa muzîkjenan tîne (esas kemaçevan), hem jî ya dawetvaniyan, nexasim jî govendvaniyan tîne. Di heman demê de jî şabaş ji bo kesên şabaşê didin û şabaş ji wan re tê dayîn, prestîjekê îfade dike, li gelek dawetan hîna gelekî belav e. Lê tevî vê jî hin xwediyên dawetan ji ber ku şabaş biya wan ji “kevneşopiyên xirab” e, dixwazin daweta wan û govend (nexasim ya reqsa milanî) bi hemdê xwe biçin û şabaşê, dana wê û rûnandina "mitirban" li ber dawetvaniyan, berevajî helwêsta li jor, weke eyb jî dinirxînin. Gava ku ew qewlê xwe bi mitirban re dikin, carinan dikarin pêşniyaz bikin ku “mitirb” şabaşan wernegirin û li şûna wê, weke qerebokirinê mîqdarek pere li qewlê xwe zêde dikin.
Ev helwêsta duyem a em behsa wê dikin, diyar e, li nava Toriyan û xelkê ji hawîrdora Torê, li Stenbolê kêmtir e. Yanî dana şabaşan li wir adetî ye.