Mirovê li pêy kujerê xwe: Murat Bozlak


ALİ GÜLER
Ev nav, navê belgefîlma li ser jiyana siyesetmedarê Kurd Murat Bozlak e. Derhêneriya belgefîlmê Omer Leventoglu kiriye û tê de behsa jiyan, têkoşîn û parçeyekî dîroka siyaseta legal a Kurdên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dike...
Belgefîlm bi êrişa 6’ê Sibata 1994’an li dijî Murat Bozlak pêk hatibû dist pê dike. Di êrişê de 9 gule li Murat Bozlak dikevin. Lê ew bi awayekî tesadufî namire. Lê weke berê jî nikare bijî. Piştre ew piştî girtina DEP’ê dibê serokê partiya HADEP’ê ya nû avakirî. Di dîroka siyaseta Kurd a legal de mora xwe li serdemekê dixe. Omer Leventoglu jî di belgefîlma xwe de 65 deqîqeyan behsa wê demê dike. Ji bo berhema xwe li Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê bi dehan kesan re hevpêyvînan çêdike. Îsmaîl Beşikçi, Zubeyir Aydar, Remzi Kartal, Sirri Sakik, Ahmet Turk, Cihan Sincar, malbata Bozlak û gelek hevalên Murat Bozlak di fîlmê de diaxivin û behsa wî dikin. Belgefîlma “Mirovê li pêy kujerê xwe: Murat Bozlak” bi du zimanan hatiye amadekirin; Tirkî û Kurdî...
Ji doh heta îro siyaseta Kurdan
Fîlmê “Mavî Rîng”, Belgefîlma li ser Kobanê “Berroj” û “Merivê li pêy kujerê xwe: Murat Bozlak” berhemên Omer Leventoglu ne. Belgefîlm her çiqas li ser hevpêyvînan biherike jî cih cih sahne hunandin jî hatine bikaranîn. Ev sahne, bêhtir êriş, tevger û liva Murat Bozlak in. Bikaranîna sahnêyên bi vî rengî di belgefîlmeke wisa de mijara nîqaşê ye. Lê Omer Leventoglu ev terz di belgefîlma “Berroj” de jî bi kar anîbû. Ne terzek şaş e dema di cîh de were bikaranîn.
Belgefîlm berhemeke biyografîk e. Li ser jiyana Murat Bozlak, dîrok û xebata wî ya di siyaseta legal a Kurd li bakurê Kurdistanê de ye. Bi rastî jî Omer Leventoglu di vî warî de berhemeke gelek baş afirandiye, her çiqas hin cih divê werin rexnekirin jî. Di şexsê Murat Bozlak de dîroka Kurdên Anatoliya Navîn, pirsgirêka Kurd û salên 90’î bi awayekî zelal anîya ser perdeya spî û nîşanî nivşê nû dide. Kesên wê demê li Bakurê Kudistanê û Tirkiyeyê di nava sîyaseta legal de cîh girtine û xebat meşandine bi rastî jî parçeyekî xwe di berhemê de dibînin. Ji bo wê jî ev fîlm her çiqas fîlma Murat Bozlak be jî hêjayî gotinê ye ku di rastiya xwe de fîlma me hemûyan e. Ji ber ku behsa çîroka me jî dike. Ji destpêka avakirina partiya legal heta dema îro siyaseta Kurd çawa û bi kîjan rengî hatiye vir, kirinên dewletê li hemberî partiyên Kurdan û berxwedana siyasetmedarên Kurd li hemberî van zextan bi awayekî zelal tê nîşandan. Bi rastî jî mirov dema bi wê demê nizanibe, nikare dema îro jî zêde fêm bike; siyasete lagal a Kurd di kîjan deman re derbas bû, heyanî dema me ya îro hat. Ev girseya mezin çawa çêbû? Bersiva van pirsan hemûyan di vê belgefîlmê de mirov dikare bibîne… Ji ber ku aktorên wê demê hemû di fîlmê de diaxivin û behsa wan rojan dikin…
Mirovan hestiyar dike
Ev aliyê fîlmê yê siyasî û dîrokî bû. Lê fîlm ne tenê berhemeke sîyasî ye. Mirov dema berhemeke biyografiyê çêdike, ew kes çiqasî siyasî û polîtîk be jî aliyekî wî yê hêstî jî heye. Di belgefîlma “Merivê li pêy kujerê xwe: Murat Bozlak” de jî aliyê hestan bi giraniya xwe heye. Wek gotinên dêya wî Fatê Bozlak, hevjina wî Seynan Bozlak, kurê wî Rukan Bozlak û nasê wî yê din. Derhêner ev aliyê dramatîk gelek baş bi kar aniye. Film carinan mirovan kelegirî jî dike.
Wek van gotinan:
“Ger bikevim di vî şerî de, reşa li xwe girênede,
Çavan şil neke li nav yadan, xem nîne bi rastî,
Stuşikestiya felekê, mirin ji me tenê re da,
Tu jî bêje ku;
‘Pelek ji darê weşiya’, an jî,’Stêrkek ji ezmanan xuşiya’...”
Ev gotin, gotinên Murat Bozlak bi xwe ne. Dema di nexwaşxanê de ye ji kurê xwe re dibêje. Kurê wî Rukan Bozlak jî di merasîma li ber deriyê avahiya partiyê Murat Bozlak bi salan li wir kar kiribû, dibêje. Ev gotin mora xwe li fîlmê dixin. Bi rastî jî jiyana Murat Bozlak wek van gotinan derbas dibe; zorakatiya di nava nijatperestên Anatoliya Navîn de, berxwedana cîwanên çepgir di salên 70’yî de, tekoşîna Kurdan a di salên 90’î de û heyanî dawiya jiyana wî ev bi vî rengî ye. Jiyaneke têr û tijî. Belgefîlm jî behsa vê jîyana têr û tijî dike...
aliguler1926@gmail.com