Maya Angelou! Baskên te pirr li te tên
ZERÎN YILMAZ*
“Berbang ji bo we diavêje
Vekin çavên xwe
Dîsa ruh bidin xewnên xwe’’, dibêje Maya Angelou. Ev gotin hem bang hem lêgerîn e hem jî raperîn e. Ji ber ku êdî li welatê Mayayê jiyan ne pêkan bû. Serpêhatiyên xwe hemû bi stran û helbestan vekiribûn û di dawiyê de ev bang li jin, xelkê xwe yê reşik û mirovahiya bindest kiribû. Bi xwe jî jineke reşik e. Li wî welatê ku weke koleyan hatibûn bicihkirin (pêşiyên we berî bi salan ji warê xwe Efrîkayê hatin revandin, mişextkirin û li Emerîkayê hatin bicihkirin) jiyanê wisa pênase dike:
“Zincîra koletiya dirêj sûcê min e
Ev bi salan e ku çingêniya hesinan tê bihîstin
Birayên min firotin, xwîşka min birin
Di guhê me de çîrokên bijan olan didin
Sûcê min e ji rondikan stranan distrînim”
Maya, 4’ê Nîsana 1928’an li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hatiye dinyayê. Ne welatê xwe yê qedîm Efrîkayê. Dîsa jî wê ne mişextî, ne jî koletî ji bîr kiribû. Ji bo me Mezopotamya çi be, ji bo wê jî Efrîka ew bû. Di helbestên Mayayê hemûyan de em rastî şopên miletekî kevnar tên. Miletekî ku di heman demê de bindest û têkçûyî ye. Herî zêde di serpêhatiyên jinan de yên ku di helbestên Mayayê de cih girtine, em rastî heqîqeta gel û zayendekê tên. Hingî gotina “Jin Neteweyek e” tê bîra mirov. Di serpêhatiyên jinên reşik ên Emerîkayê de em her cûreyê kedxwarî, dagirkerî, bindestîyê yê li ser zayend, netewe, ol û çîna bindest dibînin. Helbestên Mayayê jî wan dihewîne. Ew bi xwe jî di zarokatiya xwe de rastî destdirêjiyê hatiye. Helbestên Mayayê dengê jinên reşik ên Emerîkayê ye. Ya baş, em vê yekê ji Mayayê bibihîzin:
“Weke şerîdên di bayê dîrokê de bi vîzevîz dizivirin
Navên ku lê hatine kirin jî dibihîstin,
Şebek, qehpik, çîrlik, têkber, tişt
Got:
Piştî ku ez li gorî xwe li vê cîhanê heme
Di zimanê we de navê min hilnayê…”
Di helbestan de xuya dibe ku Maya dikeve pey şopa evînê. Zayendîtî weke navendê ye. Carna, weke xwesteka zayendîtiyê dide xuyakirin, carna evîn e, lê bi pirranî raperîn e. Weke qêrîneke civakî ye. Ji bo gelên bindest helwêsta zayendîtîyê xwe bi awayekî xurt dîyar dike. Hem destdirêjî ye hem xwestek e, hem valahî ye. Kêm be jî carna azadî ye. Herî zêde jî tirs û windahî ye. Herçî ev mijar e, Maya vê tirsê di nav helbestên xwe de wiha bi cih dike:
“Her tim ji zilaman ditirsiya,
Ji guneh û kêfa ku êvar bi xwe re tîne
Kengê nivîn didît
Kilîd bi şîqînî dihatin girtin di hişê wê de…”
Maya xwedî fikir û dilekî azad e. Ne razî ye ji rewşa heyî û çalak li azadiyê digere. Dema azadiyê bi lêv dike, em dibînin ku metaforên çûk, ba û ezmanî gelek caran bi kar tîne:
“Çûkekî azad xwe davêje
qorika bayê
û şûş dibe bi herikînê re
heya dawî
û baskên xwe têdadike
ronahiya tavê ya bi rengê rojê
û dixwaze li ezmanan
wêrek bibe”
Mayayê tevahiya jiyana xwe weke jineke femînîst û di ber azadiya gelê xwe de bihurand. Wêjekar bû, hunermend bû, lê berî her tiştî, têkoşer û berxwedêr bû. Di her helbestê de vexwendina bo azadiyê heye. Em dikarin bibêjin, zayenda helbestên wê mê ye. Em dizanin zayenda helbestên zilaman, nêr e. Ya jinan car caran melez e. Lê zanebûna derbarê zayendîtiyê de di nav helbestên wê de xwe dihewîne. Maya her dixwaze li ezmanan be, yan jî bi ber bayê dîn ketibe. Mîna hin zindiyan çerxê xwe ji ser xwe davêje û xwe her nû dike. Ji ezmanan qet danakeve jêr, daxwaza dilê wê ew e:
“Bager, min ji vir bibe
Bi bayê xwe yê dîn re
Bihêle ez li ezmanan şûş bibim
Û xwe nû bikim dîsa…”
Di helbestên Mayayê de heqîqetê û xeyalê, bi her zimanî cihê xwe girtiye. Jiyana wê di nav sînorên cuda de derbas bû, lê ruhê wê her dem bêsînor bû, ango ji her tiştî derbas dibû. Her tim bask ji xwe re çêdikirin da ku li ezmanan bifire. Di helbesteke xwe de ew dibêje:
“Ji kerema xwe ji min re bibêje
Li min tên baskên min?”
Çi kes ku helbestên wê bixwîne, bêguman wê vê gotinê di dil xwe de bibêje. Erê Maya Angelou! Baskên te pirr li te tên…
* Li Hepsa Sîncanê ragirtî ye.